çend tişt li ser abdel halim hafez


abdel halim hafez. ew kes li gel ummu gulsum, yek ji girîngtirîn stranbêjên misrê yên salên 50’an e. ne tenê li misrê, li hemû welatên rojhilata navîn di wê demê de pir popûler bûye. navê xwe weke misilman xûye dike lê bi rastî eslê xwe cihû ye.

piştî mirina wî 2.5 mîlyon kes bo cenazeyê kom bûne.
dema cenaze wî de hinek jinan întîhar kirine.
gotine: bê abdel halem jîyan nabe.

ji bo straneka abdel halim hafez ku min bo we hilbijart: ahwak

dara çeqemê


li hinek deveran bi kurmancî jê re dibêjin dara merxê jî. piranî li dora xwe belav dibin û weke çalû dimînin. lê carina jî dibin dar.

berê min zen dikir ew peyva çeqem tenê li devera me tê bikar anîn. lê ez îro rast hatim ku di pirtûka mehmed uzun a “rojek ji rojên evdalê zeynikê” de jî hatiye bikaranîn:

siyabend lingê xwe danî ser qiloçê wî ku stûyê wî biqurfîne. laşe nerî hê germ bû. gava siyabend dest avête stirîhê wî, wî xwe daweşand, qiloçê wî kete ranê siyabend û ew bi serî, ji sîpanê xêlatê xist. siyabend bi ser kema belalûkê û dara çeqemê ket û çeqem û kem pişta wî ketin û di singa wî de derketin. axîneke kûr ji siyabend rabû û got, “wey felekê, tu çiqas li min xayîn î.

***

êş


ew nîgar, bi navê “êş” (an jî birîn), ji aliyê august friedrich schenck we hatiye çêkirin.

te zanîn ku ew hunermendek danîmarkî bû ku di 1828-an de ji dayik bûye. paşê çûye fransayê, li dibistana navdar école des beaux-arts xwendiye û di sala 1857-an de li salona parîsê pêşangeh daye.

lê tevî vê yekê em li ser wî pir hindik dizanin. heke hûn biçin wîkîpediyayê hûn ê bibînin ku li ser wî tenê bi qasî sê rêz hatiye nivîsîn.

kîjan ji navên wê germiyê kevîntir e?


ka em îro behsa navê xwarinekê bikin:

wêne: efsane yemek tarifleri

bi tirkî, farisî, erebî, boşnayî, arnewidî û bulgarî de weke (kelle) paçe te binav kirin. (کله‌پاچه). peyveka kurdî/farisî ye. kelle (ser) + pa(ling)-paçe(lingê bîçûk).

bi ermenî û bi gurcî dibêjin xaş (Խաշ). herwiha ew weke khash ji îngilîzî heta koreyî û malay-endonezî, derbasê hemû zimanên dinyayê bûye. ermenî xaş û lawaşê weke xwerinên xwe ên netewî qebûl dikin. wan seba wê, malpera khash.org amade kirine ku kesek nebêje ka khash ya me ye.

kurd jê re dibêjin serûpê.  nizanim.eslê peyvê kîjan ji wan e;
~ser û pa
~sîr û pa

kurd ji cureyekî wê re dibêjin narîn an norîn û vê xwarinê wekî “serûpêya filehan / ermeniyan” jî bi nav dikin.

li devera me (li xarpêtê) bi kurmancî jî weke ermenî û gurciyan jê re dibêjin xaş. min her tim zen dikir navê wê germiyê ji peyva xaşandin derketiye.

koreyiyan ji me baştir strana malan barkir fehm kiriye…


malan barkir lê lê… çûne waran lê….

straneka devera dêrsim û xarpêtê ye. dibêjin ku li ser komkujiya kurdên elewî hatiye gotin. lê dibe ku ji vê berê jî ji aliyên kurmancên (sunnî û elewî) li devera çemişgezek û pertagê dihatiye gotin.

heta niha min ew bi dengê stranbêj û komên cûda bihist. hinek ji wan pir xweş in. minak; fuat saka, tara jaff, bremin dayanışma korosu…

û herî dawî ji aliyê komeka koreya başûr ew bi zimanê kurdî û koreyî hat çêkirin. wan enstrûmana koreyê/çînê ya kevneşopî, guzheng bikar aniye. nêzî 8 sal in ez li koreya başûr dijim. min dengê wê enstrûmanê pir bihist lê zêde kêfa min jê nedihat. paş wê stranê fikrê min gûherî.

li wir gûhdar bike: https://www.youtube.com/watch?v=sXM0NssajXc&feature=emb_title

jjj studio komeka muzikê ya koreya başûr e. endamên wê komê pirrengî ne. minak ewê stranê dibêje o.m. sejin. bavê xwe koreyî, diya xwe malezyayî ye. û ednamê dî, zeo yungmî jî melez e. diya xwe koreyî, bavê xwe amerîkayî ye.
klîba wan jî pir xweş bûye. ji dimenên şêra navbera koreyê û şêreşa rojava klîbek çêkirine. bi rastî koreyiyan maneya stranê ji me baştir fehm kiriye. apocî û halklarên xwe carna bi wê stranê govendê digirin. mirov ecêbmayî dimine.

만날 수 있을까 그리운 사람
불러도 불러도 대답 없어
닿을 수 있을까 철책 너머에

하나의 몸이던 우리의 땅이
반으로 반으로 나뉘었어
미움이 미움이 생겨났어

malan barkir lê lê çûne waran lê
dînê lê dînê lê dînara min
goştê me xwar lê lê mişk û maran lê
keçê lê rîndê lê bermaliya min

li 3 welatên cûda peyva ‘sitî’


sitî peyveka kurdî ye. herwiha li welatên kurdan navek ji bo jinan e.
~~~
ew peyv her tim bi min ecêb te. ez ê niha ji we re behsa 3 welatan bikim. li wan her sê welatan jî ew peyva heye û derbarê jinan te gotin. lê nizanim eslê wan yek e yan na.

*li kurdistanê
*li endonezyayê
*li hindistanê

li kurdistanê naveka popûler e. di destana memê alan de derbas dibe. navê xûşka zînê sitî ye. herwiha di berhemên modern de jî heye; jina reîs bey e, di fîlma vizontele de û sitî xanîma şanoger e, di rêzefîlma mala minê de.

li endonezyayê jî weke navê jinan te bikar anin. google dibêje ew navê herî popûler e di nav jinên endonezî de. min ew peyv ji hevalekê xwe yê endonezî pirsî. got te maneya banû, xanîm. (* li bajarê ez niha dijim, li seûlê lokanteyeka endoneziyan heye, nav siti sarah e. xwediyê lokantayê navê xwe daye dikana xwe)

li hindistanê jî ew peyv heye. lê hebekê cûda ye. seba kuştina jinan paş mirina mêrên wan te gotin. di hinek mezhebên hinduîzmê de ew rîtuel heye. gava mêrek dimire bi meyîtê wî re hewre jina wî jî dişewtinin û dikûjin. ji bo wê rîtuela û jina te kuştin re jî dibêjin sitî/sati/suti:

mirovê kor û kuçikê reş: ûtopyaya zdzislaw beksinski


zdzislaw beksinski nîgarvanê polonî ye. li ser resîm, wêne û peykerî xebitiye. stîla wî surrealîst e.

qeyd û bend; hebek mohsen namjoo hebek ciwan haco


îro bi xêra kanala gîska gerok (youtubewan) rastê ciwanek kurd hatim; azîzko. an gorê gotina xwe 70% avahisaz e. ango mîmar. 30% jî ya din e. yanî hûnermend e. enstrûmana xwe lê dixwe û kilamên xwe dibeje. çirokên xwe tine ziman.

navê grûba xwe qeyd û bend lê kiriye. lazîm ninû em stîla wî dabeş bikin lê ez bi kurtasî bejim; hem tahma mohsen namjoo hem jî bêhna ciwan haco heye.

de warin em gûhdar bikin.

by the way, ee kanala gulêê çi xweş bû. dive ez carek qala wê jî bikim.

gîska gerok û qeyd û bendê bişopinin.

Xwedê dilovan bide rehetiyê.

ez çûm.

abbas kiarostemi û yaşar kemal


ber mirina xwe abbas kiyarostemi dixwaze straneka taybet gûhdar bike. û keçikeka bedew seba wî stranê distirine.

gava ku min ew vidyoya dit yaşar kemal hat bira min.
çaxa ku sitranên aynur doğan gûhdar dikir wî jî werg temaşa dikir.

zikaka istiklalê û kilamên bi farisî.


min 5 salan li kêleka taksimê jiyana xwe derbas kir.

li vê derê herî zêde ew stranbêjên li zikaka istiklalê stran digotin kêfa min dihanin.

ji tembûra kurdan hetta tuluma lazan bi her enstrumanê deng çêdikirin.

ji zazakî hetta zimanê hindî bi her zimanî digotin.

carekê jî rastê wan beççeyên (zarokên) îranî hatim. stranên bi farisî digotin.

navê wan stranan; “yar-e debestane men” û “îran”

ji xendê wê hûn dikarin hesabê min ê youtubeê jî bişopinin. hê zêde video tûneye. lê ez ê ji qedên cîhanê ji we re videoyan bikişinim û barkim:

https://www.youtube.com/seyahatya

manuş babayê kurmancan; yunus dişkaya


ji xwe re dibeşe “ev sanatçısı”. yanê stranbêjê malê.

bi amatorî  mûsika xwe çêdike.

lê pir profesyonel e.

jiber ku popûler ninû û albûma xwe jî tine em dibejin amator.

manuş baba û dodan jî çend salan berê pir amator bûn.

me ji wan hezdikir. min li wir kilameka manuş baba jî hetta parwe kiribû.

niha herdû jî di destên me de firin û çûn. ma me re yunus dişkaya. em qimeta wî bizanin.

keşka yunus dişkaya her tim wisa amator bimine li mala xwe ji me re helbestên kamiran alî bedirxan, cegerxwin, sebrî botanî…. hwd bixwine…

çima blog. ji kê re dinivîsim?


ew dilemmaya hemû bloggeran e; ez çima wextê xwe bi blogê xerç dikim?

yan jî eke fêrîkê ûsiv digot; ji kê re dinivîsim? (tu vê meseleya fêrîkê ûsiv zanî? ger nizanibî;  bnr)

ew bû 7 sal ku cinorek heye. min sifte tenê bi tirkî dinivisi paşê başlê kir car caran bi kurdî dinivîsim. nizanim  gava ez bi kurdî dinivisim kesek dixwine ya na.  lê tahma kurdî xweşiktir e.  ger tenê ez bi xwe bixwinim jî dixwazim hêdî hêdî cinorekê bikim bi temamî kurdî.

blog  çêkirin….

merî çima ji xwe re teşqeleyeka wusa derxine û wextê xwe bi vê bikuje?

1. nivîsandinê hin dibî.

blog seba te dibe atolyeya nivîsê. paşê vedigerî postên xwe yên berê dixwinî û şaşnivîsên xwe dibinî û rast dikî. yanî ger bixwazî xweş binivîsî ji xwe re blogek çêke. gellek nivîskarên meşhûr jî werg dikin. mina neil gaiman, etgar keret….

2. jibir nakî.

blog mina xatirat e. gava çend salan binivisî ew dibe deftera bîreweriyan. dibe mala te yê online. seba min, cinorek jî wusa ye.

3. hevalên nû çêdikî.

çimkî gava yek bi aliyê bloga te peyamek ji te re dişine tu kêyfxweş dibî. ew ji gellek tiştan xweşiktir e. min bi xêra cinorekê xeylek hevalên hêja naskirin. bi hinekan ji wan re em rûniştin me ça xwe vexwar.

4. alikariyê mirovan dikî.

terifa germiya tirşikê dinivîsî, xwendewanek bi terîfa te ji xwe re li mala xwe germiya tirşikê çêdike. ew kêyfxweş dibe. tû bextewar.

5. pere qezenç dikî.

na min kêfa xwe kir. blog şûna pere qezenç kirinê ninû. erê dikarî hinek pere qezenç bikî mina bloga me yê seyahatya.com. lê ew pereya ne tiştekî hêja ye ku em qîmet bidinê.

li welatên biyanî mina kore, çîn û japonyayê bloggerên pir pere qezenc dikin hene, lê li welatê me ew zor e. bi taybetî bi kurdî ew pir pir zor e.

6. dibî meşhûr.

bi nivîseka din ez ê qala bloggerên meşhûr bikim. li benda wê bin.

nûha hûn jî blogeka xwe vekin û destpêbikin binivisîn. lê bi kurdî.

bi hezaran bloggerên tirki-nivîs, ingilizî-nivîs hene. ji me re blogên kurdî divet.

xwedê bide rehetiyê.

 

di herba koreyê de kurdekî bênav. 


herba koreyê sala 1950’ê destpêkir. 5 salan berdawam kir.

ew herba bû sedema gellek bûyerên xemgînî.

ji vê demê hetta îro li ser herba koreyê gellek pirtûk hatin nivisîn, gellek fîlm hatin çêkirin, gellek stran hatin gotin.

lê tew yek qasê wê strana ku bi zimanê kurdî hatiye gotin bi ma’ne û bi keser nebû.

meso xidirê min meso. 

mere xidirê min mere. kore ki dere dersim ki dere. mere.

li ser eskerekê dersimî ku tere herba kore hatiye gotin.

navê wî xidir bagana ye. tenê dikarî navê wî di nav listeya eskerên tirk ku di herba kore de şehit ketin de bibinî.

tenê ewkas.

ewkas bêxwedî.

koreya başûr her sal bi çalakiyan sipasiya xwe ji gelên ku vê demê alikarî ji koreya başûr re şandine re tişine; tirk, yewnan, hebeşî, amrikayî…. modu kamsahabnida* ( sipas ji we hemûyan re)

gava mirov nikare navê “kurd” li vêr bimine vê çaxê mirov baş fehm dike ku diya xidir rast gotiye. “kore kidere xidirê min.mere tû seba ke terî?”…

~~~

wêne: izzet kehribar, koreya başûr.

stran: “meso xidiremin”, https://youtube.com/watch?v=R2RApg4pxJA

li ser mîrname ya jan dost


bismillahirrahmanirrehîm

huwe mewlay

we ilyehi unîb

nivîskarekî tirşik.netê peyamek derbarê wê pirtûkê nivîsibû. wusa gotibû;

behsa jiyana merivê rûgirtî dilê min lihev xist!. di dawiya pirtûkê de jan dost dixûrife. xwezî ewqas kûr bi kûr behsa wan bûyêrên wî xortê ku tev mêran radizê nekira. pirtûk heta wira pirr nazik diçû.

na, ez ne li hember hebûna wê beşê me. ew gellek baş bûye. lê fikrê min ew e ku ew beşa pir bi tesîr e. ew qas ku hikayeta heqîqî di siyê de diyle. xwezî jan dost ew parta bikira pirtûkek cûda. ew ê ji pinhana elîf şafak baştîr bûya.

her beşeka pirtûkê bi devê mirovekî hatiye nivisîn; şengê, hecî zuhdiyê bazirgan, mele ferîd, mîrza sebrî, dengbêj dostoyê ormewî, recebê terzî, hekîmê fille, selaheddînê sehhaf,selîmê nalbend, mirovê rûgirtî,…. her yek bi hikayeta xwe deng dike. mirov dixwaze pirtûk tew xilas nebe û her ki dibe rêya xwe rastê ehmedê xanî bûye bila derkeve û deng bike; şivanek jî hebûya, seyyahek jî, cihûyek jî….

di nav kesên diaxivin de tenê mîr qala ehmedê xanî nake. ew qala şêrîna xwe, qala hespê xwe, qala baza xwe û qala jiyana xwe yê şaşayî dike…. belkî jî nizane tew xanî kiye.

çi ecêb e. yên mina siltan, şah,mîr, melik, qeyser û serokwezir hemû mehrûm dibin ku kesên mina xanî nas bikin. ew îro jî wusa ye. li dora serokwezîran tenê aloş û yalakayên wan ku tenê wan pesne dikin hene. lowma her dem serok û yên sereke gellek kesên bi rûmet nikarin nas bikin.

di hikayetê de hatiye îma kirin ku ehmedê xanî bi kitêbeka jehrînî hatiye jehrdayî (kitêba şêrîn û xusrew a nizamî). ecêb di dirokê de tiştên wusa pêk hatine. kitêbên bi hibrên jehrînî hatine nivisîn hebûne. mijareka mirov li ser mijûl bibe.

kar û xebatên mirovên wê demê (hekîm, nalband, pallikçî…), rewşa bajaran, têkiliyên osmaniyan û sefeviyan û hwd. bi xwendina mîrname mirov derbarê gellek tiştan bîhn fireh dibe.

krîto! bêje bila jehrê bînin. (sokrates)

dikarin wê pirtûkê li vir bikirin:

 pirtûkakurdî.com 

dema kurmancî li mala me hat qedexekirin



meha remezanê bû, çend roj mabûn ku îd bigîheşe. hemû endamên malbatê yek bi yek kom dibûn. dê, bav, met, ap, xal, xaltî, birang, xuhaîng, pismam, pisxaltî, birazî…me di salê de carê hewdû li arakê didît. ew jî îda remezanê bû. dema îda qurbanê şûxlê millet hebû lowma firsend nedibû em hemû kom bibin, warin arakê.

hasîlê kelam demeka îda remezanê ji min re hat gotin ku dest ji kurmancî berdim. zaten em bixwe tirkmanin. lazîm e em zû bi zû kurmancî jebir bikin û bigihişin pirozahiya tirkmantiya xwe. pismamê min li ser facebooka min çend nivîsên kurmancî ditibûn û hêrs bubû (ger şaş nebim wê çaxê min helbesteka kavafis ya tercûmeyê kurmancî parwe kiribû). bi min re got ” tu bi îngilizî zanî, bi farisî zanî ew te re bes ninû, tu yê çi bikî bi kurmancî? ew sevdayê te yê kurmancî zerarê tide malbata me. jixwe em kurmanc ninûn. meke. çi işê te bi kurmancî heye ” û qala wizyon û nizanim çizi kir. 

min bersivek neda. min nikaribû tiştek bejim. min nexwast meseleyê binim rewşek asteng. lê dilê min jî razî nebû….

ne tenê wê çaxê, paşê gellek caran malbata min ji kurmancî xirabî kir.

carekê jî;

lavê meta min bi keçikeka tirk ve zevicî. paş wê li mala xwe kurmancî qedexe kir. bi inat bi diya xwe, bi meta min we bi tirkî deng dikir. şerm dikir li cem jina xwe yê tirk bi kurmancî biaxive. kurmancî weke şermek didît. tirkiya meta min nebaş bû. lê disa qemîşê lavê xwe nedibû.

her carê dilê min diêşiya.

niha dixwazim çend tişt wan re bejim;

“lo, ji kurmanciya xwe bawer bin û bidayika xwe re wefadar bin! lorîkên wan di guhên we yên ter de dema we şîrê wan dimêt, ne bi kurmancî bûn! şabûna bavê we bi we re ne bi kurmancî bû! lîstikên we yên di tava heyvê de û li ber sîka daran û di payîz û buharan de li kuçe û kolanên komêrê, li ser çiyayê qergepazariyê ne bi kurmancî bûn? bav û bapîrên we ji xendê wê zimanê zimanek zanibûn? nûha wa çi dijmintiya we ye. ji xwedê gunehe em li vî zimanî wisa bi çavekî kêm binêrin! sêwîtiya wî bes e!”

 *Artwork by Cedric Morris – Landscape of Shame, (1960)