li 3 welatên cûda peyva ‘sitî’


sitî peyveka kurdî ye. herwiha li welatên kurdan navek ji bo jinan e.
~~~
ew peyv her tim bi min ecêb te. ez ê niha ji we re behsa 3 welatan bikim. li wan her sê welatan jî ew peyva heye û derbarê jinan te gotin. lê nizanim eslê wan yek e yan na.

*li kurdistanê
*li endonezyayê
*li hindistanê

li kurdistanê naveka popûler e. di destana memê alan de derbas dibe. navê xûşka zînê sitî ye. herwiha di berhemên modern de jî heye; jina reîs bey e, di fîlma vizontele de û sitî xanîma şanoger e, di rêzefîlma mala minê de.

li endonezyayê jî weke navê jinan te bikar anin. google dibêje ew navê herî popûler e di nav jinên endonezî de. min ew peyv ji hevalekê xwe yê endonezî pirsî. got te maneya banû, xanîm. (* li bajarê ez niha dijim, li seûlê lokanteyeka endoneziyan heye, nav siti sarah e. xwediyê lokantayê navê xwe daye dikana xwe)

li hindistanê jî ew peyv heye. lê hebekê cûda ye. seba kuştina jinan paş mirina mêrên wan te gotin. di hinek mezhebên hinduîzmê de ew rîtuel heye. gava mêrek dimire bi meyîtê wî re hewre jina wî jî dişewtinin û dikûjin. ji bo wê rîtuela û jina te kuştin re jî dibêjin sitî/sati/suti:

2 Responses to li 3 welatên cûda peyva ‘sitî’

  1. derbarê sitî ya endoneziyan 2 heb fikr hatin gotin:
    1. dibe ku terîqeta xalidiyan ev bêje biribe endonezyayê (@aramrehkal).

    2. ew peyv ji erebî ketiye endonezî.
    eslê xwe “sayyidati” (evina min) bûye (hevalek endonezî ji devera java).

  2. fikra min ew peyv ji sanskrîtî ketiye endonezî.
    pêş îslamiyetî ola vê deverê hinduîzm bû.
    tesîra sanskirîtî zêde ye.

Çay içer miyiz!!!!!