19 Kasım 2024
tarafından Alîbeg Şaqaqî
werin em îro li ser helbestekê (beyt) biaxivin. beyteka erebî ye. berê, ji dema me li medreseyê dixwand, di hişê min de maye. beyt wisa ye;
كَمْ عَاقِلٍ عَاقِلٍ أَعْيَتْ مَذَاهِبُهُ وَجَاهِلٍ جَاهِلٍ تَلْقَاهُ مَرْزُوقًا
هٰذَا الَّذِي تَرَكَ الأوْهَامَ حَائِرَةً وَصَيَّرَ الْعَالِمَ النَّحْرِيرَ زِنْدِيقًا
ev helbest, ku ji sedsala 8’an maye, îro jî mijareke balkêş a felsefeya îslamî ye. tê nisbetdan bo ebû eletahiye (أبو العتاهية), helbestvanekî girîng ê serdema ebasiyan e.
- عاقل (wise) → zana/jîr
- جاهل (ignorant) → nezan
- مرزوق (well-provided for) → dewlemend
- حائرة (bewildered) → şaş
- زنديق (skeptic) → gûmandar
em dikarin wê helbestê wisa bo kurmancî wergerin:
“Gelek zana û jîr, rê û rêça wan şaş bûn Û nezan û nezanî, tu dibînî dewlemend in
Eva ye ya ku hişan di şaşiyê de hişt Û zanayên pispor jî kire gûmandar”
helbest behsa paradokseke jiyanê dike: çawa dibe ku mirovên zana û jîr di jiyanê de dikişînin, lê yên nezan bê zehmet digihîjin dewlemendî û xweşiyê? ev rewş ewqas ecêb e ku dikare zanayên herî mezin jî bixe nav guman û şaşiyê.
dive em li ser dema ew helbest hatî çêkirin jî biaxivin. ew wext dema ku
mutezîle, ku yek ji dibistanên herî girîng ên ramanê di dîroka îslamê de ye, li ser du bingehên sereke radiwestiya:
- azadiya mirov di kirinên xwe de
- edaleta Xwedê
li gorî mutezîle, her tişt li gorî sedemekê çêdibe û Xwedê tim bi edalet tevdigere. lê helbestvan bi vê helbestê rewşeke cuda tîne ber çavan: pergala jiyanê ya ku em dibînin, carinan ne li gorî vê edaletê xuya dike. li vir pirseke girîng derdikeve pêş: gelo ev helbest li dijî ramanên mutezîle ye?
ev helbest nîşan dide ka çawa di dîroka ramanê ya îslamî de mijarên wek qeder, azadî û edaletê hatine nîqaşkirin. Her çiqas helbestvan bi awayekî “qederî” diaxive jî, em dikarin vê wek rexneyeke civakî û derbirîna hestên mirovî bibînin.
îro jî ev pirs girîng in: gelo serkeftin û têkçûn bi zanebûn û jîriyê ve girêdayî ne? gelo pergala civakî ya ku em tê de dijîn edil e? ev pirs, çawa di sedsala 8’an de girîng bûn, îro jî girîngiya xwe diparêzin.
Laga Luga Yapanlar