28 Mart 2017
tarafından Alîbeg Şaqaqî
herba koreyê sala 1950’ê destpêkir. 5 salan berdawam kir.
ew herba bû sedema gellek bûyerên xemgînî.
ji vê demê hetta îro li ser herba koreyê gellek pirtûk hatin nivisîn, gellek fîlm hatin çêkirin, gellek stran hatin gotin.
lê tew yek qasê wê strana ku bi zimanê kurdî hatiye gotin bi ma’ne û bi keser nebû.
meso xidirê min meso.
mere xidirê min mere. kore ki dere dersim ki dere. mere.
li ser eskerekê dersimî ku tere herba kore hatiye gotin.
navê wî xidir bagana ye. tenê dikarî navê wî di nav listeya eskerên tirk ku di herba kore de şehit ketin de bibinî.
tenê ewkas.
ewkas bêxwedî.
koreya başûr her sal bi çalakiyan sipasiya xwe ji gelên ku vê demê alikarî ji koreya başûr re şandine re tişine; tirk, yewnan, hebeşî, amrikayî…. modu kamsahabnida* ( sipas ji we hemûyan re)
gava mirov nikare navê “kurd” li vêr bimine vê çaxê mirov baş fehm dike ku diya xidir rast gotiye. “kore kidere xidirê min.mere tû seba ke terî?”…
~~~
wêne: izzet kehribar, koreya başûr.
stran: “meso xidiremin”, https://youtube.com/watch?v=R2RApg4pxJA
Laga Luga Yapanlar