ger ez biqirim dengê min ê heta ku here?


ax welatê min ê pir bûyî û qedîm!

li ser wan erdan çend şer qevimîn, çend talan…çend şah û keya li text rûniştin, çend melîk ji hûkm ketîn….

çend mirov mirîn, çend mirov hatîn dinê. çend xiyanet, çend eşq, çend cejn çend ayîn…. 

ez li benda te bûm...  (Ahmet Ümit, “Bazinê Ninnatayê)

mirovê kal got “ger ez biqirim dengê min ê heta ku here?”. kesekê bersiva wî neda. paşê  ferk kir ku ew bi xwe tenê ye.

tiştek ku bike nemabû. tevirek girt mistê xwe û erd kola. bi neçarî. bihêrs. gava der û dor, her der reş û tarî bû dakete binê kortikê kolayî.

û li vêr girî…

Reklamlar
%d blogcu bunu beğendi: