Lezzetek Ji Mûzikên Berê; Temo – Lo lo Pismamo
28 Ağustos 2015 4 Yorum
Gava mûzikên kurdî yên kevn gûhdar dikim. Xemgîn dibim. hêrs dibim. Ji xwe hêrs dibim, ji Midîl Êst, ji Tirkiyê û ji kurdan. Em hemû bûn yek û me ew zimanê şirîn vetisand û xelas kir. De warne raxmetê.
Êdî tahma mûzikên berê yê xweş tûne ye. Kurd bûn nezdîkê 20 mîlyon li tirkiyê. Lê rewşa kurdî ne 20 mîlyon e… Anyway, enjoy the music:
Ji albûma bi navê “Temo Barde du Kurdistan (La Tradition Continue En Exil)”
1982 – France
lolo pismamo
lolo pismamo çima deng nakî
serê xwe carek bilind ranakî
leşkerê dujmin li çiyayê jor in
weke xweşmêra j’hev bela nakî
lolo pismamo zanim xweşmêr î
pismamê ristem yan êzdîn şêr î
roja halanê, roja lêdanê
mêr û gernas î dotmam bi gorî
lolo pismamo haya te j’te bî
çarika minê reş li serê te bî
roja lêdanê mêr be l’meydanê
kuştin tim hebî, reva te nebî
dotmama te me, min çav kildaye
derefşa kawe, bo te hildaye
rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja kurda ye
dengê min zîz e hewar û gazî
serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriş e lêxe pismamo lêxe
şerm û fehêt e îro tu razî
şalê xerzanî rabe li xwe ke
l’pişta xwe girêde rext û fişek e
pisamê min î, dotmama te me
mi j’te re kil dane çavên belek e
kekê em wê albûm çawa peyde bikin? ji kerema xwe ji min re alîkarî bike, e-mailê min ahmetharunb12@gmail.com gelek spas:)
mixabin ez jî nizanim. min tenê ew strana li ser youtubeê dit.
ez digerim nagerim nikarim peyde bikim :), gelek spas 🙂