kîjan ji navên wê germiyê kevîntir e?
17 Mayıs 2022 Yorum bırakın
ka em îro behsa navê xwarinekê bikin:
bi tirkî, farisî, erebî, boşnayî, arnewidî û bulgarî de weke (kelle) paçe te binav kirin. (کلهپاچه). peyveka kurdî/farisî ye. kelle (ser) + pa(ling)-paçe(lingê bîçûk).
bi ermenî û bi gurcî dibêjin xaş (Խաշ). herwiha ew weke khash ji îngilîzî heta koreyî û malay-endonezî, derbasê hemû zimanên dinyayê bûye. ermenî xaş û lawaşê weke xwerinên xwe ên netewî qebûl dikin. wan seba wê, malpera khash.org amade kirine ku kesek nebêje ka khash ya me ye.
kurd jê re dibêjin serûpê. nizanim.eslê peyvê kîjan ji wan e;
~ser û pa
~sîr û pa
kurd ji cureyekî wê re dibêjin narîn an norîn û vê xwarinê wekî “serûpêya filehan / ermeniyan” jî bi nav dikin.
li devera me (li xarpêtê) bi kurmancî jî weke ermenî û gurciyan jê re dibêjin xaş. min her tim zen dikir navê wê germiyê ji peyva xaşandin derketiye.
Laga Luga Yapanlar