çima blog. ji kê re dinivîsim?


ew dilemmaya hemû bloggeran e; ez çima wextê xwe bi blogê xerç dikim?

yan jî eke fêrîkê ûsiv digot; ji kê re dinivîsim? (tu vê meseleya fêrîkê ûsiv zanî? ger nizanibî;  bnr)

ew bû 7 sal ku cinorek heye. min sifte tenê bi tirkî dinivisi paşê başlê kir car caran bi kurdî dinivîsim. nizanim  gava ez bi kurdî dinivisim kesek dixwine ya na.  lê tahma kurdî xweşiktir e.  ger tenê ez bi xwe bixwinim jî dixwazim hêdî hêdî cinorekê bikim bi temamî kurdî.

blog  çêkirin….

merî çima ji xwe re teşqeleyeka wusa derxine û wextê xwe bi vê bikuje?

1. nivîsandinê hin dibî.

blog seba te dibe atolyeya nivîsê. paşê vedigerî postên xwe yên berê dixwinî û şaşnivîsên xwe dibinî û rast dikî. yanî ger bixwazî xweş binivîsî ji xwe re blogek çêke. gellek nivîskarên meşhûr jî werg dikin. mina neil gaiman, etgar keret….

2. jibir nakî.

blog mina xatirat e. gava çend salan binivisî ew dibe deftera bîreweriyan. dibe mala te yê online. seba min, cinorek jî wusa ye.

3. hevalên nû çêdikî.

çimkî gava yek bi aliyê bloga te peyamek ji te re dişine tu kêyfxweş dibî. ew ji gellek tiştan xweşiktir e. min bi xêra cinorekê xeylek hevalên hêja naskirin. bi hinekan ji wan re em rûniştin me ça xwe vexwar.

4. alikariyê mirovan dikî.

terifa germiya tirşikê dinivîsî, xwendewanek bi terîfa te ji xwe re li mala xwe germiya tirşikê çêdike. ew kêyfxweş dibe. tû bextewar.

5. pere qezenç dikî.

na min kêfa xwe kir. blog şûna pere qezenç kirinê ninû. erê dikarî hinek pere qezenç bikî mina bloga me yê seyahatya.com. lê ew pereya ne tiştekî hêja ye ku em qîmet bidinê.

li welatên biyanî mina kore, çîn û japonyayê bloggerên pir pere qezenc dikin hene, lê li welatê me ew zor e. bi taybetî bi kurdî ew pir pir zor e.

6. dibî meşhûr.

bi nivîseka din ez ê qala bloggerên meşhûr bikim. li benda wê bin.

nûha hûn jî blogeka xwe vekin û destpêbikin binivisîn. lê bi kurdî.

bi hezaran bloggerên tirki-nivîs, ingilizî-nivîs hene. ji me re blogên kurdî divet.

xwedê bide rehetiyê.

 

Reklamlar

4 Responses to çima blog. ji kê re dinivîsim?

  1. Înanolo says:

    Siheta te xweş kekê hêja. Em bloga te dişopînin û jê kêfxweş in, lê heger tu her tim bi kurdî binivîsî em ê jî her tim bişopînin û bêtir kêfxweş bibin. Tu ji me ggelekan bi tecrûbetir î di warê bloggeriyê de, tu karibî van tecrûbeyên xwe bi me re parve bikî em ê ji kêfan bifirrin. Wekî ku tu jî dizanî, nivîsên li ser blog û bloggeriyê hema bêje tine ne di kurdî (kurmancî) de. Serkeftinê ji bo te dixwazim. Bimîne di xweşiyê de.

  2. Anonim says:

    Nivîsa te yî heja hişt ku ez jî Li bloga xwe vegerim keko, mala te ava. Di demeke nêz de ez ê dîsa dest pé bikim. Qet nebê ez dê bahsa fîlmê ez temase dikim, bikim. Dem bas.

  3. ez şadim ku ew posta bû sebaba vegerina bloggereka kurdi-nivîs.
    erê!!!!!!

  4. sipas dikim înanolo.
    ez jî bloga te pir hezdikim.
    bijî biratiya bloggerên kurdinûs.

Çay içer miyiz!!!!!

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: