li ser mîrname ya jan dost


bismillahirrahmanirrehîm

huwe mewlay

we ilyehi unîb

nivîskarekî tirşik.netê peyamek derbarê wê pirtûkê nivîsibû. wusa gotibû;

behsa jiyana merivê rûgirtî dilê min lihev xist!. di dawiya pirtûkê de jan dost dixûrife. xwezî ewqas kûr bi kûr behsa wan bûyêrên wî xortê ku tev mêran radizê nekira. pirtûk heta wira pirr nazik diçû.

na, ez ne li hember hebûna wê beşê me. ew gellek baş bûye. lê fikrê min ew e ku ew beşa pir bi tesîr e. ew qas ku hikayeta heqîqî di siyê de diyle. xwezî jan dost ew parta bikira pirtûkek cûda. ew ê ji pinhana elîf şafak baştîr bûya.

her beşeka pirtûkê bi devê mirovekî hatiye nivisîn; şengê, hecî zuhdiyê bazirgan, mele ferîd, mîrza sebrî, dengbêj dostoyê ormewî, recebê terzî, hekîmê fille, selaheddînê sehhaf,selîmê nalbend, mirovê rûgirtî,…. her yek bi hikayeta xwe deng dike. mirov dixwaze pirtûk tew xilas nebe û her ki dibe rêya xwe rastê ehmedê xanî bûye bila derkeve û deng bike; şivanek jî hebûya, seyyahek jî, cihûyek jî….

di nav kesên diaxivin de tenê mîr qala ehmedê xanî nake. ew qala şêrîna xwe, qala hespê xwe, qala baza xwe û qala jiyana xwe yê şaşayî dike…. belkî jî nizane tew xanî kiye.

çi ecêb e. yên mina siltan, şah,mîr, melik, qeyser û serokwezir hemû mehrûm dibin ku kesên mina xanî nas bikin. ew îro jî wusa ye. li dora serokwezîran tenê aloş û yalakayên wan ku tenê wan pesne dikin hene. lowma her dem serok û yên sereke gellek kesên bi rûmet nikarin nas bikin.

di hikayetê de hatiye îma kirin ku ehmedê xanî bi kitêbeka jehrînî hatiye jehrdayî (kitêba şêrîn û xusrew a nizamî). ecêb di dirokê de tiştên wusa pêk hatine. kitêbên bi hibrên jehrînî hatine nivisîn hebûne. mijareka mirov li ser mijûl bibe.

kar û xebatên mirovên wê demê (hekîm, nalband, pallikçî…), rewşa bajaran, têkiliyên osmaniyan û sefeviyan û hwd. bi xwendina mîrname mirov derbarê gellek tiştan bîhn fireh dibe.

krîto! bêje bila jehrê bînin. (sokrates)

dikarin wê pirtûkê li vir bikirin:

 pirtûkakurdî.com 

Reklamlar
%d blogcu bunu beğendi: