li ser mîrname ya jan dost


bismillahirrahmanirrehîm

huwe mewlay

we ilyehi unîb

nivîskarekî tirşik.netê peyamek derbarê wê pirtûkê nivîsibû. wusa gotibû;

behsa jiyana merivê rûgirtî dilê min lihev xist!. di dawiya pirtûkê de jan dost dixûrife. xwezî ewqas kûr bi kûr behsa wan bûyêrên wî xortê ku tev mêran radizê nekira. pirtûk heta wira pirr nazik diçû.

na, ez ne li hember hebûna wê beşê me. ew gellek baş bûye. lê fikrê min ew e ku ew beşa pir bi tesîr e. ew qas ku hikayeta heqîqî di siyê de diyle. xwezî jan dost ew parta bikira pirtûkek cûda. ew ê ji pinhana elîf şafak baştîr bûya.

her beşeka pirtûkê bi devê mirovekî hatiye nivisîn; şengê, hecî zuhdiyê bazirgan, mele ferîd, mîrza sebrî, dengbêj dostoyê ormewî, recebê terzî, hekîmê fille, selaheddînê sehhaf,selîmê nalbend, mirovê rûgirtî,…. her yek bi hikayeta xwe deng dike. mirov dixwaze pirtûk tew xilas nebe û her ki dibe rêya xwe rastê ehmedê xanî bûye bila derkeve û deng bike; şivanek jî hebûya, seyyahek jî, cihûyek jî….

di nav kesên diaxivin de tenê mîr qala ehmedê xanî nake. ew qala şêrîna xwe, qala hespê xwe, qala baza xwe û qala jiyana xwe yê şaşayî dike…. belkî jî nizane tew xanî kiye.

çi ecêb e. yên mina siltan, şah,mîr, melik, qeyser û serokwezir hemû mehrûm dibin ku kesên mina xanî nas bikin. ew îro jî wusa ye. li dora serokwezîran tenê aloş û yalakayên wan ku tenê wan pesne dikin hene. lowma her dem serok û yên sereke gellek kesên bi rûmet nikarin nas bikin.

di hikayetê de hatiye îma kirin ku ehmedê xanî bi kitêbeka jehrînî hatiye jehrdayî (kitêba şêrîn û xusrew a nizamî). ecêb di dirokê de tiştên wusa pêk hatine. kitêbên bi hibrên jehrînî hatine nivisîn hebûne. mijareka mirov li ser mijûl bibe.

kar û xebatên mirovên wê demê (hekîm, nalband, pallikçî…), rewşa bajaran, têkiliyên osmaniyan û sefeviyan û hwd. bi xwendina mîrname mirov derbarê gellek tiştan bîhn fireh dibe.

krîto! bêje bila jehrê bînin. (sokrates)

dikarin wê pirtûkê li vir bikirin:

 pirtûkakurdî.com 

Reklamlar

Nivisek li ser Mîr Celadet Bedirxan û Bîra Qederê (Pîrtûk)


Her sal roja 9ê meha 10ê li Koreya Başûr û 15ê meha 1ê li Koreya Bakûr mina rojek taybet tê pîroz kirin. Bi wê re dibejin “Roja Hangûl“.

Wê rojê hemû gelê Koreyê sipasiya xwe dişine mirovekî. Navê wî King Sejong e.

Ka hûn dizanin wî mirovî çi kiye ku ew rêz û teqdîr  heq kiriye. Pir mefikirin. Ez li ve re alikari bikim. King Sejong ew kes e ku elifbayê zimanê Korevî çê kiriyî e.

Nuqte.

De warin em kala miroveki dîn bikin:

Mîr Celadet Bedîrxan.

Ew mirovî pîroz ku ji elifbayê latîn bo kurdî elifbayek nû çekiriye. Û bila tirk bikarin elifbayê wî çêkiri ji elifbayê Atatûrk daye çêkirin kat be kat xweştir bûye. Yanê karê wî bo kurdan çêkirî mina ya King Sejong bo korevîyan kiriye.

Ez îtraf bikim min heta vextek nezîk, derbarê Celadet Bedirxan zêde tiştek nizanibû. Jixwe nûha jî pir xweş nizanim. Lê ew pirtûka Mehmed Uzun ya bi navê Bîra Qederê xeylek ez rûnahî kirim.

Çend kulm ji pîrtûkê;

Gelî mîr û axano! Gunehê zarûyên we wê stûyê we be. Ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin. Dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin… Gelî mîr û axa û Kurmancno! Dinya zane kurd camêr in. Lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabitin… Hekî we guh neda nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanî û rêncberiyê tenê bikin, zemanek hindik de Kurdistan wê yekcar xira be… (Ji rupeleka Rojnama Kurdistan-ê ku Mehmed Uzun di pirtuka xwe de qqal wê jî dike. page 36)

Jiyana Mîr Celadet Bedirxan li keleka bîrekî, li Stenbolê destpê dike û disa li keleka bîrekî, li Şamê, li Suriyê xilas dibe. Lowma navê pirtukê pir keserkûr e.

Jiyana Mir, 3 par e; Zarokatî û rojên Stenbolê, xwendekarî û rojên Elmenaya-Ewropa, şoreş-welatperwerî û rojên Şam-Beyrûtê.

Ji bo min ew pirtûka hebek şaşhiştinî jî bû. Min her tîm Mîr Celadet mina mirovek pîroz û … îhm.. difikiri. Heqê min tûne ku wî şermezer bikim, lê min dit kû jiyana wî yê ecêb ê evin û seksê jî hebûye. Paş zevcinê jî tekiliya xwe bi keşka Boşnak ê bi navê Canan domandiye…

Disa jî tenê seba karên wî yên bo zimanê me em çikas sipasiya wî bikin ew kem e…..

parçek dîn ji pirtukê:

… nêzîkî li wê bike, wext, wexta gotinê ye, guh mede aheng û lihevhatina gotinan, bipeyive, dest pê bike, destpêk, destpêk, bi dû destpêkê re dawî tê… Celadet nahewe, ew xwe ranagire û dest bi axaftine dike… (page:  125)

gava axaftinek bi Canan we:

… ez Boşnak tû Kurd, zimanê me tirkî, welatê me nediyar… ez tirsiyam… (page: 202)


*Ew pirtûka di nav lista xwendinê ya cinorekê ya meha pêşî bû.

*Ji bo kirina wê pirtûkê:

bi weşana İthakî Yayinevi

bi weşana Avesta (Qapaxa xwe xweştir e)

 

 

%d blogcu bunu beğendi: