dema kurmancî li mala me hat qedexekirin



meha remezanê bû, çend roj mabûn ku îd bigîheşe. hemû endamên malbatê yek bi yek kom dibûn. dê, bav, met, ap, xal, xaltî, birang, xuhaîng, pismam, pisxaltî, birazî…me di salê de carê hewdû li arakê didît. ew jî îda remezanê bû. dema îda qurbanê şûxlê millet hebû lowma firsend nedibû em hemû kom bibin, warin arakê.

hasîlê kelam demeka îda remezanê ji min re hat gotin ku dest ji kurmancî berdim. zaten em bixwe tirkmanin. lazîm e em zû bi zû kurmancî jebir bikin û bigihişin pirozahiya tirkmantiya xwe. pismamê min li ser facebooka min çend nivîsên kurmancî ditibûn û hêrs bubû (ger şaş nebim wê çaxê min helbesteka kavafis ya tercûmeyê kurmancî parwe kiribû). bi min re got ” tu bi îngilizî zanî, bi farisî zanî ew te re bes ninû, tu yê çi bikî bi kurmancî? ew sevdayê te yê kurmancî zerarê tide malbata me. jixwe em kurmanc ninûn. meke. çi işê te bi kurmancî heye ” û qala wizyon û nizanim çizi kir. 

min bersivek neda. min nikaribû tiştek bejim. min nexwast meseleyê binim rewşek asteng. lê dilê min jî razî nebû….

ne tenê wê çaxê, paşê gellek caran malbata min ji kurmancî xirabî kir.

carekê jî;

lavê meta min bi keçikeka tirk ve zevicî. paş wê li mala xwe kurmancî qedexe kir. bi inat bi diya xwe, bi meta min we bi tirkî deng dikir. şerm dikir li cem jina xwe yê tirk bi kurmancî biaxive. kurmancî weke şermek didît. tirkiya meta min nebaş bû. lê disa qemîşê lavê xwe nedibû.

her carê dilê min diêşiya.

niha dixwazim çend tişt wan re bejim;

“lo, ji kurmanciya xwe bawer bin û bidayika xwe re wefadar bin! lorîkên wan di guhên we yên ter de dema we şîrê wan dimêt, ne bi kurmancî bûn! şabûna bavê we bi we re ne bi kurmancî bû! lîstikên we yên di tava heyvê de û li ber sîka daran û di payîz û buharan de li kuçe û kolanên komêrê, li ser çiyayê qergepazariyê ne bi kurmancî bûn? bav û bapîrên we ji xendê wê zimanê zimanek zanibûn? nûha wa çi dijmintiya we ye. ji xwedê gunehe em li vî zimanî wisa bi çavekî kêm binêrin! sêwîtiya wî bes e!”

 *Artwork by Cedric Morris – Landscape of Shame, (1960)

One Response to dema kurmancî li mala me hat qedexekirin

  1. min ew gotina davî ji pirtûka jand dost edît kir.

Çay içer miyiz!!!!!