Nivisek li ser Mîr Celadet Bedirxan û Bîra Qederê (Pîrtûk)


Her sal roja 9ê meha 10ê li Koreya Başûr û 15ê meha 1ê li Koreya Bakûr mina rojek taybet tê pîroz kirin. Bi wê re dibejin “Roja Hangûl“.

Wê rojê hemû gelê Koreyê sipasiya xwe dişine mirovekî. Navê wî King Sejong e.

Ka hûn dizanin wî mirovî çi kiye ku ew rêz û teqdîr  heq kiriye. Pir mefikirin. Ez li ve re alikari bikim. King Sejong ew kes e ku elifbayê zimanê Korevî çê kiriyî e.

Nuqte.

De warin em kala miroveki dîn bikin:

Mîr Celadet Bedîrxan.

Ew mirovî pîroz ku ji elifbayê latîn bo kurdî elifbayek nû çekiriye. Û bila tirk bikarin elifbayê wî çêkiri ji elifbayê Atatûrk daye çêkirin kat be kat xweştir bûye. Yanê karê wî bo kurdan çêkirî mina ya King Sejong bo korevîyan kiriye.

Ez îtraf bikim min heta vextek nezîk, derbarê Celadet Bedirxan zêde tiştek nizanibû. Jixwe nûha jî pir xweş nizanim. Lê ew pirtûka Mehmed Uzun ya bi navê Bîra Qederê xeylek ez rûnahî kirim.

Çend kulm ji pîrtûkê;

Gelî mîr û axano! Gunehê zarûyên we wê stûyê we be. Ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin. Dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin… Gelî mîr û axa û Kurmancno! Dinya zane kurd camêr in. Lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabitin… Hekî we guh neda nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanî û rêncberiyê tenê bikin, zemanek hindik de Kurdistan wê yekcar xira be… (Ji rupeleka Rojnama Kurdistan-ê ku Mehmed Uzun di pirtuka xwe de qqal wê jî dike. page 36)

Jiyana Mîr Celadet Bedirxan li keleka bîrekî, li Stenbolê destpê dike û disa li keleka bîrekî, li Şamê, li Suriyê xilas dibe. Lowma navê pirtukê pir keserkûr e.

Jiyana Mir, 3 par e; Zarokatî û rojên Stenbolê, xwendekarî û rojên Elmenaya-Ewropa, şoreş-welatperwerî û rojên Şam-Beyrûtê.

Ji bo min ew pirtûka hebek şaşhiştinî jî bû. Min her tîm Mîr Celadet mina mirovek pîroz û … îhm.. difikiri. Heqê min tûne ku wî şermezer bikim, lê min dit kû jiyana wî yê ecêb ê evin û seksê jî hebûye. Paş zevcinê jî tekiliya xwe bi keşka Boşnak ê bi navê Canan domandiye…

Disa jî tenê seba karên wî yên bo zimanê me em çikas sipasiya wî bikin ew kem e…..

parçek dîn ji pirtukê:

… nêzîkî li wê bike, wext, wexta gotinê ye, guh mede aheng û lihevhatina gotinan, bipeyive, dest pê bike, destpêk, destpêk, bi dû destpêkê re dawî tê… Celadet nahewe, ew xwe ranagire û dest bi axaftine dike… (page:  125)

gava axaftinek bi Canan we:

… ez Boşnak tû Kurd, zimanê me tirkî, welatê me nediyar… ez tirsiyam… (page: 202)


*Ew pirtûka di nav lista xwendinê ya cinorekê ya meha pêşî bû.

*Ji bo kirina wê pirtûkê:

bi weşana İthakî Yayinevi

bi weşana Avesta (Qapaxa xwe xweştir e)

 

 

Hakkında Alîbeg Shaqaqi
Yek-du-se

2 Responses to Nivisek li ser Mîr Celadet Bedirxan û Bîra Qederê (Pîrtûk)

  1. Hüseyin İnal diyor ki:

    Keko, bloga pirr xweş e. Tiştên eleqedarî koreyê gelek bala min dikişîne. Kurdiya te jî baş e. Lê nivîsên bi kurdî hinekî kêm in. Ko zahftir bûna wê çêtir bûya. Spas🙂

  2. Alîbeg Shaqaqi diyor ki:

    Şiroveyek bi kurdî!.
    Ez zêdetir kêyfxweş bûm.
    Ew ê bibe sedema min ku ez zêdetir bi kurdî binivisim.
    Bi kurdî qala Koreya Başûr bikim.

Çay içer miyiz!!!!!

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: