Lawjeyeke Perî li ser Mirina Ehmedê Xanî


Xûşka Xanî ya mezin Perî, cotecot hêsir diherikandin û her bêhnekê lawjeyek davête ser birayê xwe heta ku kela girî li gewriya wê dida û berxika nehwirandina wê digurand.


Hawar e li min hawar e

hawar e

Artist  Khairy Adam   Kurdistan Dohuk   @KURDISTAN ART copy

Îro kekê min Ehmed

Xwediyê qelema zêrîn

Kaxezên berfîn

mêvanê axa sar e

hawar e li min 

hawar e

gundîno

cîranno

malîno

çira Bazîdê îro vemiriye

di tariyê de mane koşk û sera û qub û minare

hawar e li min hawar e

hawar e

ji ewran baran dibare

ji çavan hêsir têne xware

Ehmedê min bira ye

Debîr û katibê mîra ye

xwediyê Mem û Zîn e

ezmanê xwedê îro li ser kekê min Ehmed

hêsiran dibarîne

agir bi dilê çiyan ketî

berfa Gilîdaxê ji kerban tê xware

way li minê

li min bê xwediyê

dilê min jar e

dilê min sar e

hawar e hawar e hawar e

Bayad Abdullah Kurdish painter  Kurdistan Sulaymaniyah  به‌یادعه‌بدوالله‌ KURDISTAN ART@rebazart1

de mi go ezê bendika xwe ya Kesrewanî

ji pêş enîka xwe hilînim

keziyên xwe yê spî bi ser birakê xwe de biqusînim

ezê li ber dara biyê rûnim çuqlîkan bihejînim

heta li darê dinê bim bim ezê bêjim bibilînim

hawar e li min hawar e

hogirno

cîranno

gundîno

hawar e

li min hawar e

wîîîîîîîîî.

‘Mîrname’,  Jan Dost | Weşanxaneyê Avesta

Neqş 1: Khairy Adam,  Neqş 2: Bayad Abdulla

Hakkında Alîbeg Shaqaqi
Yek-du-se

Çay içer miyiz!!!!!

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: